Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan bûn 15

Hejmara yên di şewata li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan bû 15 kes.

LI AMED Û MÊRDÎNÊ ŞEWAT

Di şewata ku li gundên Tobînî û Herberê yên girêdayî navenda Çinar a Amedê û gundê Kelekê ya girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê derketî de, Halîme Erdem jî jiyana xwe ji dest da û hejmara windahiyên can bû 15 kes.

Cenazeyê 10 kesan li gundê Kelekê hate veşartin, yên 2 kesan li Tobîniyê û bi cenazeyê Halîme Erdem re jî yên 3 kesên din li Herberê hatin veşartin.