Duh li Şirnexê di serdegirtina malan de hêjmara binçavkiriyan giha 6’an.
Duh di demjimêrên serê sibehê de leşkeran di ser malên bajarokê Dêrgul yê Şirnexê de girtin û hate hînbûn ku, Şefîk Ekîncî (27), Alî Ayan (21) û Yahya Işik (24) hatine biçavkirin. Duh bi dirêjahiya rojê serdegirtina malan domkir û li navenda Şirnexê jî Abdullah Îşmar û Abît Akil, li gundê Toptepeyê jî Mehmet Gungen hate binçavkirin. Di serdegirtina li Şirnex û gunda hêjmara binçavkiriyan giha 6’an. Hate ragihandin ku, 6 kesên ku hatine binçavkirin birine 23’mîn Fermandariya Tumena Cendirmeyan.
Weke din jî du roj berê li Cizîrê di serdegirtina malan de ji 7 kesên hatibûn binçavkirin Mehmet Ozdemîr piştî karûbarên li emniyetê serbest hate berdan û 6 kes hêjan jî li emniyetê têne girtin.