'HDP temsîla projeya neteweya demokratîk dike'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Ji ber ku HDP'ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê daniye pêşiya xwe. Niha temsîla projeya neteweya demokratîk dike, vî îfade dike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Ji ber ku HDP'ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê daniye pêşiya xwe. Niha temsîla projeya neteweya demokratîk dike, vî îfade dike.

Heserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik, di televîzyona Med Nûçe de ji bernameya Taybet re axivîn û bersiv dan pirsên rojnamevan Erdal Er, Veysî Sarisozen, Ramazan Olçen û Rojbîn Ekîn.

Bayik da xuyakirin, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bilî HDP'ê, ti partî derneketin ku projeyeke nû pêşkêşî Tirkiyeyê bike û anî ziman ku hema hema hemû partiyên din rê û rêbazên parastina sîstemê nîşan dan.

Bayik diyar kir ku li Tirkiyeyê komar û siyaset xetimiye û got, "Rêveçûna komar û siyaseteke bi vê rêbazê, êdî nameye. Di komar û siyasetê de pêwîstî bi nûbûnekê heye. Ev yek jî bi bernameya ku HDP'ê pêşkêş kiriye re pêkane. Ji ber ku HDP dixwaze ji bo ji holê rakirina vê rewşa xetimandî hemû hêzên demokrasiyê bibe parlamentê, zîhniyetê yekparêziyê ji rake, siyaseta înkar û tinekirinê bi dawî bike û Tirkiyeyê demokratîk bike. Li gel vê yekê, tevî çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze pirsgirêkên nasnameyên din jî çareser bike. Bi bernameyeke bi vî rengî re derdikeve pêşberî raya giştî. Raya giştî vê dibîne û desteka ji bo vê zêde dibe."

'RIZGARIYA TIRKIYEYÊ JI REWŞA KAOSÊ, BI SERKETINA HDP'Ê RE DIBE'

Bayik bal kişand ser hewldanên AKP'ê yên li hemberî vê yekê dixwaze bi propagandayên alozî û tirsê re hilbijartinê qezenç bike û got, "Di hilbijartinên beriya niha de ev taktîka AKP'ê bi ser ket. Erdogan û AKP di wê baweriyê de ne ku careke din bi vê taktîkê re qezenç bike. Lewma behsa xeteriyên hundir û derve dike û hewl dide civaka Tirkiyeyê bitirsîne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat jî da xuyakirin ku AKP'ê Tirkiye xistiye nava kaoseke mezin û destnîşan kir ku yekane hêza dikare Tirkiyeê ji vê kaosê rizgar bike, ji vî şer û krîza kûr a rizgar bike, serketina HDP'ê di hilbijartinan de ye. 

Hozat da zanîn ku AKP dixwaze HDP'ê li bindê bendê bihêle, nehêle biçe Meclîsê û bi vî rengî konsepta şerekî topyekûn bimeşîne. Hozat bal kişand amadekariyên ev demeke dirêje bi vê armancê tên kirin û got, "Ev şer jî, piştî serketina AKP'ê di hilbijartinan de, li Tirkiyeyê tê wateya şerê navxweyî." Hozat destnîşan kir ku AKP di nava hesabên gelekî şaş de ye.

Bayik anî ziman ku di rewşa heyî de AKP hewl dide pêşeroja xwe diyar bike û got, "Erdogan rêveçûna hilbijartinê ji bo xwe baş nabîne. Ji ber ku propaganda AKP'ê ya tê meşandin xizmetê ji armancên Erdogan re nake, kampanyayeke ku dikare van armancan di pratîkê de bicih bîne, nameşe. AKP her diçe qels dibe. Erdogan vê dibîne û hewl dide pêşî li vê bigire."

'ERDOGAN BAZIRGANIYA OL DIKE'

Bayik bal kişand ser îstîsmara nirxên olî ji aliyê Erdogan ve û got, "Radibe Quranê li ser kursiyê radike û dihejîne. Bi vê yekê re heqaretê li ola Îslamê, li Misilmanan dike. Di cewhera Îslamiyetê de tiştekî bi vî rengî nîne. Bawerim haya Misilmanan ji vê heye. Mirovekî hurmeta xwe ji ol re hebe, di propagandayên xwe yên hilbijartinê de, Quranê bikar nîne. Ev yek rewşa ku Erdogan di nav de ye, nîşan dide. Ewqasî cih lê teng bûye, ewqasî dûrî bicihanîna armancên xwe ye. Di destê wî de bi tenê ol maye, bazirganiya ol dike."

'TEVGERA ME, HDP Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ PÊK TÎNIN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser ewlekariya hilbijartinê jî got, "Yên ku ewlekariya hilbijartinê pêk tînin tevgera me, HDP û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ne. Divê raya giştî vê yekê baş bizanibe. AKP rewşê provoke dike, dixwaze her kesî bikişîne nava şer. Lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê hewl didin pêşî li vê rewşê bigirin. Hewl didin rewşa aştiyane biparêzin. Ji bo ewlekariya hilbijartinê sebir û hewldaneke mezin nîşan didin. Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê ev sebir nîşan nedabûna, AKP'ê ji mêj ve şer derxistibû. Wê mirin rû bida. Ji ber ku li her deverê timî tevdan û provokasyon hene. Hewl dide rewşê provoke bike. Girîng e civaka Tirkiyeyê vê bibîne."

'HDP TEMSÎLA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIKE'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li ser îdîayên dibêjin 'PKK bi zorê hewl dide dengan werbigire' ev nrixandin kir:

"Ev hemû demagojî, manîpulasyon e. Pêwîstiya HDP'ê bi tiştekî wiha re nîne. Gel ji xwe HDP tercîh kiriye. Ji ber ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê daniye pêşiya xwe. Niha temsîla projeya neteweya demokratîk dike, vî îfade dike. HDP weke rêxistinbûyîneke sîwanî niha hemû derdorên demokratîk, cihêrengî û nasnameyên cuda vedihewîne. Ji ber vê yekê, di van hilbijartinan de em destekê didin HDP'ê. Lê belê di vî warî de ti hewldaneke taybet a gerîlayên me nîne. Hemû hewldanên gerîla ji bo pûçkirina provokasyonên AKP'ê ne. Ji ber ku AKP li provokasyoneke cidî digere. Operasyonan dimeşîne. Êrîşên giran dike. Her roj bi obus û hawanan nuqteyên gerîla bombebaran dike. Helîkopterên Kobra digerin, balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Pêgerên keşfê bê navber digerin, nuqteyan tespît dikin. AKP'ê piştî hilbijartinê biryara şer wergirtiye. AKP'ê ragihand ku wê dest ji siyaseta tinekirinê bernedaye. Operasyonên qirkirina siyasî jî parçeyek ji vê ye. Operasyonên qirkirina siyasî di 2009'an de destpê kirin. Niha zêdeyî 10 hezar girtî hene, ji ber van operasyonan. Gelek girtiyên siyasî yên rewşa wan a tenduristiyê nebaşe, bi nexweşiya kanserê hene. AKP'ê ew jî berneda. Ev oeprasyon di pêvajoya hilbijartinê de jî dewam dike. Her roj bi dehan mirov tên girtin, binçavkirin."

Hozat da xuyakirin ku ew ji AKP'ê re dibêjin, "Dest ji van hîle û komployan berde. Dest ji siyaseta tinekirinê berde. Ev yek bi şerê navxweyî çareser nabe, bi siyaseta demokratîk çareser dibe" lê belê AKP di van polîtîkayên xwe de israr dike. 

Hozat got, "Bi şer, polîtîkayên qirkirinê re li gorî xwe hewl didin Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bikin. Bi vî rengî hewl didin pirsgirêka Kurd hal bikin. Yanî li şûna çareseriya pirsgirêkê, ya ku bilêv dikin tinekirina PKK'ê ye, Dane dû vê armancê. Em jî ji AKP'ê re dibêjin dest ji vê polîtîkayê berde, ev 100 sal in ji vê polîtîkayê ti encam derneketiye. Ji bilî kaos, parçebûn û ji hev dûrxistinê ti encam bi xwe re neaniye. Vê encamê hemû hikûmetên heta niha hilweşand."