HDP, DBP, KCD, HDK: Em ê serê xwe berjêr nekin

HDP, DBP, KCD, HDK’ê daxuyaniyek hevpar dan û xwestin ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yuksek serbest were berdan. Hate gotin, ‘’Ne pêkan e ku em serê xwe berjwerî wan bikin ku dixwazin bi çewsandin, îmha û girtinan dixwazin me bişikînin’’

Daxuyaniya ku ji hêla Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Ertûgrûl Kurkçu û hevserokê KCD’ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle ve hatiye dayin wiha ye:

‘’Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek ku 7’ê Cotmehê wê derkeve dadgehê ev 147 rojan girtî ye. Piştî ku birêz Yuksek bi awayekî der hiqûqî hate binçavkirin, axaftinên ku li partiyê û di civînên gel de kirin, ango ji ber ku fikr û ramanên xwe gotine, bi hincêt ne cidî û lihevanî girtina wî bi mebesta siyasî ye.

Desthilatdariya ku şaredarî di hilbijartinan de têk çûye bi qeyûman dixwaze bi dest bixîne, çawa ku Hevserokên Şaredariyan, endamên meclîsa şaredariyê, êndamên Meclîsa Partiyê yên DBP’ê girtibin, Hevserokê Giştî jî girtî ye. Dozgeriyê têkildarî Yuksek ji ber sedema çalakiyeke tundrew an jî têkiliya DBP’ê ya bi rêxistineke dî re ti delîl nîşan nedaye.

 ‘JI NEÇARESERIYÊ DEST BI GIRTINAN DIKIN’

Wateya vê neheqûqiyê ew e ku Erdogan û desthilatdariya AKP’ê dixwaze siyaseta Kurd operasyonên tasfiyekirinê pêk bîne. Dixwaze hilma ku siyaseta demokratîk distîne qut bike.

Dethilatdarî bi rejîma Rewşa Awarte bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnên de hemû rêgezên hiqûqa gerdûnî û mafê mirovan binpê dike û her cure nêzîkatiyên demokratîk bi temamî ji holê radike. Desthilatdariya ku nikare heq ji fikr û polîtîkayan derbikeve, ji ber neçariya xwe dest bi girtinan dike.

 ‘EM Ê SERÊ XWE BERJÊR NEKIN’

Em careke din bi bîr dixin ti desthilatdarî bi zilm û zordariyê bi ser neketiye. Ev kêferata qedandina muxalefeta li dijî vê desthilatdariyê wê neçe sêrî. Ne pêkan e ku em serê xwe ji van re berjêr bikin ku dixwazin bi îma û girtinan siyaseta demokratîk têk bibin.

Em dixwazin ku heverokê DBP’ê Kamuran Yuksekdag ku bi nehiqûqî hatiye girtin di rûniştina 7’ê Cotmehê de serbest were berdan.’’