Endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li Amedê tezkereya ji meclîsê hate derxistin şermezar kirin
Endamên Meclîsa HDK'ê yên Amedê li ber AZC Plazayê tezkereya li meclîsê hate erêkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir." Di daxuyaniyê de pankrata "Bijî biratiya gelan" vekirin û têkildarî mijarê de slogan berz kirin.
Li ser navê komê Endama Rêveberiya Meclîsa HDK'ê ya Amedê Julîde Ateş daxuyaniye xwend û diyar kir ku, ji ber guleya topa ji Sûriyeyê hatî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 10 welatî jî birîndar bibûn. Ateş anî ziman ku, li hemberî vê yekê TSK'ê û AKP'ê jî qadên sivîl ên Suriyeyê bombebaran kirin.
Ateş da zanîn ku, berpirsyarê mirina AKP ye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji xwe ji pevçûnên li Sûriyeyê destpê kirin heta niha di nav şer de ye." Ateş bilêv kir ku, dewleta tirk ji destkeftiyên kurdên Sûriyeyê nerehete.