HDK’ê girtina endamên ÇHD’ê şermezar kir

HDK’ê girtina endamên ÇHD’ê şermezar kir

HDK'ê li ber AZC Plazayê girtina 55 endam û parêzerên ÇHD'e şermezar kir û xwest bi lezgîn serbest bên berdan.

Li 6 bajarên Tirkiyeyê di 18'ê Çileyê de operasyonê ku li hemberî Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hatibû destpêkirin û di encama van oparasyona de bi tevahî Serokê Giştî yê ÇHDê Prz. Selçûk Kozagaçli û Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Prz Taylan Tanar jî di nav de 9 jê parêzer bi tevahî 55 kes hatin girtin. Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ya Amedê ji bo vê şermezarkirina endamên ÇHD'ê li ber AZC Plaza ya Ofîsa Navçeya Yenîşehîr ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de li gel rêvebirin HDK, ESP, Partîzan û endamên LGBT piştgirî da. Rêvebirê Bajar ê ESP Hayatî Yildiz daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku, hikumeta AKP'ê, demak dirêje li hemberî gelan, kedkaran û li hemberî pêşengê wan û parêzvanê wan bi êrişên xwe di nava lêhûrbûnekê daye. Yildiz aşkera kir ku, di 18'ê çileya 2013'an de di demjimêrên sibê de li Stenbol, Enqere, Îzmîrê û gelek bajarên din bi serdegirtina malan, biroyên parêzera, rojneme û navendê çandê herder tevlî hev hatibû kirin û di vê serdegirtinê de di serî de Serokê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli û Serokê şaxa Stenbolê Taylan Tanar jî di nav de 9 parêzer hatin girtin.

Yildiz destnîşan kir ku, di hefteyek dawî de bi tevahî 55 kes hatin girtin. Yildiz di berdewama axaftina axaftina xwe de wiha got; "Em li vir bangî hikumeta AKP'ê dikin; ba ji zinar tenê tozê radike. Lê dîsa em li qada bûn, me kolan li faşîzmê teng kir. Niha jî em li qadanin! Dîsa em li hemberî êrîş û planê we yî li ser şoreşgeran yên bîndayî, bûn bersîv û em dê bibin bersîv." Yildiz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna şoreşger û sosyalîsta ne hesan e ku li ber vî bayî bikeve. Ew dizanin van êrîşa ne yekem e, ne jî yên dawî ye lê heta dawiyê ew dê têkoşîna xwe bidomînin û li pê hevalên hatine girtin bin.

Daxuyanî bi sloganê "Parêzerên şêreşger rûmete me ye", "Binçavkirin girtin û pêkanîn me bêzar nakin", "Bimre faşîzm bijî têkoşîna me", "Bila demildest girtî serbest bên berdan" û "Bijî yekitiya şoreşgeriyan" bi dawi bû.