BI DÎMEN

'Hawara xwe bi balafir û kobrayan dikin'

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên 24 saetan li çeperên Ertûşê ne, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Gerîla dibêjin, "Artêşa Tirk a dagirker, wê li cihê têk çû bû, careke din têk biçe."

Li kela berxwedanê, li herêma Ertûşê ya bi ser qada Zapê, bi mehane şerekî dijwar diqewime. Tevî vî şerê dijwar, li gelmeperiya Zapê çalakiyên bi bandor ji aliyê gerîlayan ve tên lidarxistin. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên ku 24 seatan di van çeperan de cihê xwe digirin, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Gerîlayan rastiya şerê ku li vê herêmê diqewime bi me re parve kirin û anîn ziman ku; "Artêşa Tirk a dagirker wê cardin li cihê ku lê binketiye, bin bikeve û bi rengekî cidî bişikê."

Gerîlayên bi navê Canfeda Rûbar, Xwînrij Tolhildan û Rûken Argeş rastiya şerê herêma Ertûşê ji ANF'ê re nirxandin.

'QALÎBIYETA WAN A ŞERKIRINÊ NEMA YE'

GERÎLAYA YJA STARÊ CANFEDA RÛBAR: Em niha li qada Zapê ne. Wek tê zanîn ev demeke li vê qadê operasyonek berfireh hatiye destpê kirin. Şerekî pir dijwar li herêmê diqewime, li hember vê jî berxwedaneke bê hempa heye. Di vî şerî de rastiya artêşa Tirk a dagirker, dîsa qabiliyeta wan a şerkirinê bi rengek zelal li ber çavan bû. Di pir cihan de leşkeran qîr dikir û digotin em hatine cihek çawa û hawara xwe bi balafir û kobrayan dikirin. Yanî artêşa Tirk singe sing yek gav jî li qada Zapê bi pêş ve nehatiye. Her bi teknîka xwe, bi keşif û balafirên xwe yên şer ve hewl dide ni pêş ve were. Eger bi rastî dijmin xwe pir bi hêz bidîta, di warê pîskolojîk de xwe amade bidîta wê bi piyade bihata. Lê artêşa Tirk bi xwe jî ji leşkerên xwe ne bawere ku tenê bi giranî dide êrîşên hewayî. Ji xwe beriya niha bi demekê li qadê Ertûşê ji ber ku dijmin di dorpêça hevalan de ma, neçar man ku birevin û nêzî 20 leşkerên wan hatin kuştin.

QEHREMANIYA ŞEHÎDAN RÊYA SERKETINÊ NÎŞANÎ ME DIDE

Rastiya şerê me jî tam dijberî vê rewşê ye. Mînak dema li cihekî şerên giran diqewimin hemû heval bi xwe, çeka xwe radikin û berê xwe didin qada şer. Ji ber em mirovên fedaî ne û armancên me zelal in. Em bi baweriyek pir mezin diçin ser dijminê xwe. Lê dema em li pîskolojiya leşkeran dinêrin, diyare ku yek leşker jî bi xwestek heya van deran nehatine û naxwazin bimînin jî. Ji ber wê pir caran bi xwe xwe cihê ku girtine, berdidin û direvin.
Em niha di çeperan de ne. Her yek ji me niha bi coş û moralek mezin di çeperên xwe de ye. Em bizanin ku em ê şehîd jî bikevin em ê heya dawî di çeperên xwe de li ber xwe bidin û rê nedin dijminê xwe. Bi hezaran leşker û bi hezaran balafir û keşif jî bi ser me de werin wê bi me nikaribin. Ji ber ku qehremaniya şehîdan, rêya serketinê nîşanî me dide.

GERÎLAYÊ HPG'Ê XWÎNRIJ TOLHILDAN: Di serî de berxwedana ku hevrêyên me di vê pêvajoyê de nîşan dane silav dikim û qehremaniya hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî bibîr tînim. Em di demek wiha de ne ku her gerîlayek, her milîtanê Rêber APO di şer û jiyanê de li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker fedekariyek bêhempa raber dikin. Wek ciwanên Kurd me pergala dagirker a dewleta Tirk red kir û berê xwe da nava refên azadiyê. Ji ber wê li serê van çiyayên asê li hember vê pergalê şer kirin coş û moralek mezin dide me.

ZAP BI RUHÊ ÇÎÇEK Û MERWANAN LI BER XWE DIDE

Em ê di Zapê de jî bi vê baweriyê, bi ruhê Çîçek, Merwan û Serhedan şer bikin û bi ser bikevin. Wek şopdarên van hevrêyan xwedî li bîranîna wan derketin, di xeta wan de pêş de çûyîn hêviya me ya siberojên azad xurtir dike. Ji ber ku van hevalan heya nefesa xwe ya dawiyê bi coş û moralek mezin şer kirin û dev ji çepera xwe bernedan. Di roja îro de jî qada Zapê bi ruhê van hevalan li ber xwe dide û serketinê bi dest dixe. Bila dewleta Tirk baş bizane ku di esas de wê çalakiyên me ji vir û pê ve xurtir bibin. Çeperên me li gorê şerê demê hatine amade kirin. Em ê jî heya dawiyê van çeperên xwe biparêzin û rê nedin ku dijmin xaka me bi dest bixe. Ez bi xwe jî niha li ser çeka Doçkayê me. Ji bo vê jî dikarim bêjim ku ji her demê zêdetir amade me ku bi vê erka xwe rabim û rola ku bikeve ser milê min pêk bînim... Di vê bingehê de jî banga min ji bo ciwanên Kurd ew e ku li gorê ruhê demê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Divê em ti carî komkujiyên ku li Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê li dijî gelê me pêk hatin ji bîr nekin û ji bo tolhildana gelê xwe, ji bo tolhildana hevalên şehîd em her qadê veguherînin qadên têkoşîn û berxwedanê.

EW Ê CAREKE DIN LI ZAPÊ TÊK BIÇIN

GERÎLAYA YJA STARÊ RÛKEN ARGEŞ: Dijmin di vê pêvajoyê de pir êrîşî Zagrosan dike. Lê her kes baş dizane ku ev êrîş êrîşên teknîkî ne. Ev jî lawaziya artêşa Tirk a dagirker nîşan dide. Eger bi rastî ji xwe re dibêjin em xwedî hêz in, wek jineke milîtan dijmin dawetî şerê singe sing dikim.

Li qada Zapê hemû hevalên me bi wêrekî û qehremaniyek mezin bi ser dijmin de çûn û tevlî karwanên şehîdan bûn. Em jî niha di çeperên ku van hevrêyên me tê de şer kirin û gihan şehadetê de cihê xwe digrin. Ji ber wê soza me ya ji van hevrêyên me re ew e ku em ê çeka wan li erdê nehêlin û her dem xwedî li bîranîna wan derkevin. Em ê di vê bingehê de heya dawî bi ruhê fedaîtiyê şer bikin û wiha derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bidin. Bi vî rengî jî ew ê cardin di qada Zapê de tê biçin û neçar bin xwe vekişînin.

...