Hîzba Ayîndeya Kurdistanê (HAK) têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin ya li Parisê, daxuyaniyek nivîskî weşand û qetilkirina Sakîne Canziz, Fîdan Dogan û Leyla Oylemez bi tundî şermezar kir.
Hîzba Ayîndeya Kurdistanê (HAK) têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên a li Parisê, daxuyaniyek nivîskî da û qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kir û wiha got: "Bi bihîstina agahiya qetilkirina Endama damezirênera PKK'ê Sakîne Canziz, Nûnera KNK'ê ya li Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez em pir xemgînbûn. Em kuştina 3 jinên siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbatê her sê şehîdan, KCK û tevahî gelê Kurd dikin.
HEMÛ HÊZÊ XWE BIKIN YEK
HAK'ê da zanîn ku, ew daxwaz dikin ku hemû hêz û aliyên siyasî zextê liser Hikumeta Fransayê bikin ji bona ku kiryarên bûyera terorê bêne girtin û ceza kirin, her wiha got: "Di demeka ku em weke 'HAK' xemgîniya xwe tînin ziman, vê yekê bi bîr tînin ku hergav neyarê kurdan û tevgera azadîxwaza kurdî bi rêya çapemenî û dezgehên xwe Kurd weke kujer û terorîst nîşan bidin."
Hîzba Ayîndeya Kurdistanê ev yek jî derbirî ku kurştin û teror kurdan ji xebatê sar nake û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: " Dijminê kurdan tim kuştin û teror wek bernameyek pilan kirî li dijî kurdan bikar tînin. Ev yek jî bandorê xwe li ser tevgera azadîxwaziya kurdan nake. Yeketiya navbera kurdan zêde tir dike."