Midûrê Polîsan ê Amedê yê nû Recep Guven ku got "Heger hûn li ser PKK'iyên li çiyê tên kuştin negirîn hûn ne mirov in" li Amede bi ser mala şînê ya Pasûriyan ku ji bo 14 gerîlayên HPG'ê hate vekirin de girt. Polîsan di serdegirtinê de ji xizmên gerîlayan 3 kes binçav kirin.
Midurê Polîsan ê Amedê yê nû Recep Guven ê got "Kesên li ser miriyên PKK'iyan negirîn ne mirov in" bi ser mala şînê ya Pasûriyan de girt. Yekineyên tîmên taybet bi fermana Midurê Polîsan bi ser mala şinê ku ji bo 14 gerîlayên li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di 7'ê Kanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest dane, de girtin.
Polîsan bi maşineyên zirxî û TOMA de bi ser mala şîne de girt. Polîsan bi hinceta di mala şînê de alên PKK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên gerîlayan hene bi ser de girtin. Polîsan Ebru Karahan, Zeynep Taş û Aziz Kaya binçav kirin û birin midûriyeta polîsan.