Gursel Tekîn: AKP dê 80 hezar kes bigirtiba

Gursel Tekîn: AKP dê 80 hezar kes bigirtiba

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê bal kişand ser operasyonên ‘KCK’ê yên ku li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin û diyar kir ku li gorî plansaziyê dê 80 hezar kes bihata girtin û got: “Lê ji ber girtîgeh têrê nekirin 12 hezar kes hatin girtin.” Tekîn derbarê daxuyaniyên nijadperest ên Parlementera CHP’ê Bîrgul Ayman Guler a derbarê Kurdan kir de got: “Hin kesê ne CHP’yî di nava CHP’ê de bûne wekîl.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Gursel Tekîn ji Haberturkê re axivî û ji bo Parlementera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler ku gotibû “Nabe neteweya Tirk û miletê Kurd bibin wekhev” got: “Diyar e ku birêz wekîla me bernameya partiya me nexwendiye.”

Tekîn ji bo helwesta CHP’ê ya li hemberî van daxuyaniyên Gulerê got: “Ez nizanim birêz serokê giştî dê helwestek çawa nîşan bide. Lê ez dibêjim ne tenê ji bo Gulerê, divê hemû hevalên me li gorî bernameya partiyê tevbigerin."

daxuyaniyên nijadperest ên Parlementera CHP’ê Bîrgul Ayman Guler a derbarê Kurdan kir de got: “Hin kesê ne CHP’yî di nava CHP’ê de bûne wekîl.”

Tekîn ji bo hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî got: “Ev pêvajo hema di rojekê de pêk nehat. Tişta ku jêre dibêjin çareserî ev demek dirêj e ku heye. Ji 2005 ve dest pê dike. Her çendî Serokwezîr bêje ‘ne em dewlet hevdîtinan dike’, lê desthilatî dewletê bi rê ve dibe. Divê serokwezîr vê fêm bike. Em qet li ser KCK’ê neaxivîn. Çi ji KCK’ê hat? KCK tîmek a fûtbolê ye? KCK pêkhateyek nediyar li herêmê bû? "

Tekîn bersiv da pirsa “Bi ya we KCK çi ye?” û got: “Rojbaş. Binêrin di plansaziyê de dê 80 hezar kes bihata girtin. Lê ji ber ku girtîgeh têrê nedikir 12 hezar hatin girtin. Ev 12 hezar kî ne? Ka rêzdariya we ya li hemberî vîna gel? Kesên ku we ew girtine; şaredar, endamên meclîsên bajaran, endamên meclîsên bajar û şaredaran, endamên saziyên sivîl, parlementer. Niha 68 hezar kesên nehatine girtin mane.”
Tekîn diyar kir ku wana bi raporê helwesta xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd idyar kir û got: “Serokwezîr beriya 6 mehan digot em ê li meydanê bi ben daliqînin. Lê serokê me yê giştî ji bo çareseriyê çû li deriyê serokwezîr xist. Em nihza ka dê serokwezîr sibê çi bêje. Roj bi roj diguhere. Lê ev pirsgirêk ne pirsgirêka desthilatî ya dewletê ye."

Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû mijdara 2012 pêşniyarpirsek dabû Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn. Ergîn bersiv dabû pirsên Zenderlîoglû yên derbarê girtîgehan de û gotibû ‘em plan dikin ku kapasîteya girtîgehan heta sala 2016 bigihînin 203 hezar û 223 kesî.” Ev jî girtina 80 hezar kesên din nîşan dide.