Gundiyan bertek nîşanî girtina Pira Şînê da

Gundiyan bertek nîşanî girtina Pira Şînê da

Gundiyan bertek nîşanî Pira Şînê ya di navbera herêma Lewîn û gundê Keha Hemzo ya ji aliyê leşkeran bi hinceta "ewlehiyê" hate girtin da.

Leşkeran 10 roj berê Pira Şînê ya di navbera gundê Keha Hemzo û herêma Lewîn û riya gelek gundên din pêk tîne ya li ser riya Çelê û Colemêrg bi hinceta "ewlehiyê" girtibû. Gundiyan û rêxistinên sivîl yên civakî bertek nîşanî girtina pirê dan. Gundiyan û endamên rêxistinên sivîl yên civakî, kevirên di nava rê de hatin rêjandin ji rê avêtin. Li vir keyayê gundê Marînos Îdrîs Temel daxuyanî da û daxwaznameya ji bo rê bê vekirin bide Waliyê Colemêrgê xwend.

Temel diyar kir ku, pira riya 10 gund û 30 mezrayan li ser tê bikaranîn hate girtin ew mexdur kirin û wiha got: "Piştî lêkolînên me, em hînbûn ku leşkeran rê girtiye. Gelek gund li ser vê pirê hewcehiyên xwe pêk tînin. Dibe ku di dema nexweşiyekê de tiştekên nexweş derbikevin holê."

Temel anî ziman ku, ji bo tu mexduriyet pêk neyên divê demildest pir bi lezgînî bê vekirin.