Gundên Oremar û Şitazin ji ber zextên leşkera vala dibin

Gundên Oremar û Şitazin ji ber zextên leşkera vala dibin

Gundên Oremar û Şitazin yên Geverê ji ber operasyon û guleyên topan yên li nava gund dikevin gundên xwe berdidin. Gundiyên bi komî ji gund derdikevin wiha gotin: "Em gundên xwe ji ber ewlehiya me tuneye terk dikin. Lê çavê me li pey me nîne. Me gund û baxçeyên xwe teslîmî gêrîlayên HPG'ê kirin."

Li gundên Oremar û Şitazin yên navçeya Geverê ya Colemêrgê zêdehî mehekêye di bin kontrola gêrîlayên HPG'ê de ye. Herêma Doskî û Oremarê ya ku heya sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê di bin kontrola gêrîlayên HPG'ê de ye û qereqolên leşkeriyê jî her tim herêmê bi topên obus, hewan, helîkopter û balafirên şer bombebaran dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê; di dema bombebaranê de bombe dikevin nêzî baxçeyên gundiyan. Gundiyan diyar kir ku, di dema pevçûnan de leşker wan weke mertal bikartînin û malên xwe terk dikin. Gundî ligel astengiya leşkeran bi riyên çiya re ji gund vediqetin. Gundiyên gundên xwe terk kirin tên Geverê. Gundiyên ji gund vediqetin wiha gotin: "Me gundên xwe terk kirin. Lê em rehetin. Ji ber ku me gund û baxçeyên xwe teslîmî gêrîlayên HPG'ê kirin."

JI BER PÊKANÎNÊN SALÊN 90'AN GUNDÊN XWE TERK KIRIN

Di salên 1990'an de gundên li herêma Oremar Mezro, Kinyaniş, Sêvê, Biryê, Şuke, Şêxmeman, Çemêpirezan, Çemêxelo, Firavînkê, Avitxê, Xiwate, Zêrê, Talane, Mate, Birixan, Zerene, Mêdil, Serpêl, Alasor, Çemêbidanan, Nêreki, Talane, Çemêpan, Erebişete û Satê hatibûn valakirin. Gundên Oremar û Şitazin jî ligel hemû zext û zordariyan dest ji gundên xwe bernedan. Lê piştî pêkanînên salên 90'an destpê kirin her du gundan dest bi valakirinê kirin. Welatiyên li Oremar û Şitazin dijîn wiha axivîn: "Em ji ber pevçûn, operasyon, û bombeyên tên avêtin ji gundê xwe bûn. Em ji hembûna HPG'iyan keyfxweş in. Lê ji ber ewlehiya canê me tuneye em koç dikin. Me baxçe û malên xwe teslîmî HPG'iyan kirin. Em dê jiyana xwe li Geverê bidomînin."

DEMA KU GUND HATE VALAKIRIN AGAHÎ DAN HPG'IYAN

Li herêmê gêrîlayê HPG'ê kontrola rê didomînin û bi gundiyên Oremar û Şitazin re têkildarî pêvajoyê sohbet dikin. Li herêmê gêrîlayê HPG'ê gundî ji bo ku daran nebirin hişyar kirin. Hate ragihandin ku, di salên 90'an de Pira Weregoz weke nokteya lêgerînê ya leşkeran bû lê niha gêrîlayên HPG'ê li wir cih bûne. Ligel pevçûnên zêde Qereqola Ramonê hate valakirin. Zarokê bi navê Şervan Baştîmur ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku, ji ber pevçûn û avêtina topan şevê ranakevin û wiha got: "Gelê Geverê welatparêze ji tanq û topan natirsin. Dema ku topan diavêjin em di bin kevir û stragehan de xwe diparêzerin." Jina bi navê Rihan Barut ya ku ji gundê Golord jî wiha got: "Em debara xwe ji guz û baxçeyan dikin. Em ligel rîskê zexîreyên xwe kom dikin. Em wan tînin Geverê û didin zarokên xwe."

QEREQOL DI PEYDAKIRINA MAZOTÊ DE PIRSGIRÊKAN DIJÎN

Ji ber serweriya gêrîlayên HPG'ê ya herêmê leşker nikarin bikevin herêmê û qereqolên li herêmê pirsgirêka mazotê dijîn. Hate hînbûn ku, tankera mazot ji qereqolê re û wesayîta telekomê ji aliyê gêrîlayan ve hate şewitandin.