Gundên El Casûm û Sewadiyê hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê gundên El Casûm û Sewadiyê ên 73 kîlometre dikevin rojavayê Serêkaniyê piştî şer û pevçûnên dijwar ji çeteyan rizgar kirin

Hat diyarkirin ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar de şervanên YPG/YPJ’ê saet 18.55’an gundên El Casûm û Sewadiyê yên 73 kîlometreyan dikevin rojavayê Serêkaniyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Hêzên YPG’ê di encama şer û pevçûnan de 2 motorsiklêtên çeteyan tevî 5 çeteyên rûxandin.
Topbarana li ser her du gundan ku ji aliyê Bakurê Kurdistanê pêk dihat hate rawestandin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku nehatiye zelalkirin topên hewanan ji aliyê leşkerên Tirk an jî ji aliyê komên çeteyan ên ji şer reviyane û li Bakur xwe kirine sengeran hatine avêtin.