Gundê Salihiyê hate rizgarkirin
Gundê Salihiyê yê li rojavayê Hesekê, ji aliyê şervanên YPG’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, gundê Salihiyê ku ev 3 roj in di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar lê hebûn, saet derdora 21.20’an de ji çeteyan hate paqijkirin. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 10 ji wan ketin destê YPG’ê.
Li heman gundî saet derdora 16.45’an de çeteyan hewl dabûn ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin, lê wesayîta wan ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatibû teqandin