Gundê Rezazê hate rizgarkirin

Gundê Rezazê ku ev 3 roj in di navbera YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar lê diqewimîn, bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin.

Gundê Rezazê ku ev 3 roj in di navbera YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar lê diqewimîn, bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin.

Pêngava Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizîrê ku ji aliyê YPG/YPJ’ê ve di 6’ê Gulanê de li herêmên Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê hatibû destpêkirin, didome. Di çarçoveya pêngavê de li gundê Rezazê yê 12 kîlometre li bakurrojavayê Hesekê ye, ev 3 roj in şerên dijwar rû didin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, li gund şevê din jî saet derdora 24.00’an de hêzên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan çalakiyek bibandor lidar xist. Di çalakiya ku heta danê sibehê pevçûnên dijwar qewimîn de 40 çete hatin kuştin û cenazeyên gelek ji wan ketin destê YPG’ê.

Gundê Rezazê 6 kîlometre dûrî Çiyayê Ebdulezîzê (Çiyayê Kizwanan) e û cihekî stratejîk e, lewma jî çeteyên DAIŞ’ê ku naxwazin vî gundî winda bikin, wesayîtên bombebarkirî jî di nav de gelek rêbazên êrîşan bikar anîn. Lê li hemberî hêzên YPG’ê derbeyên mezin xwarin û ji gund hatin derxistin.

Li gundê ku saet derdora 09.15’an de bi temamî hate rizgarkirin, xebatên lêgerînê didomin.