Gundê Mihesin hate rizgarkirin

Şervanên YPG/YPJ’ê ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de operasyonên xwe didomînin, gundê Mihesin ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên YPG/YPJ’ê ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de operasyonên xwe didomînin, gundê Mihesin ji çeteyan paqij kirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandin, şervanên YPG/YPJ’ê şevê din li gundê Mihesin ê ku 42 km li rojavayê bajaroka Mebruka ye, li dijî çeteyan operasyon lidar xistin. 

Di encama operasyonê de gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Der barê encamên operasyonê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Operasyonên li herêmê dewam dikin.