Guleya topê ya tê gotin ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye avêtin li nava navçeya Akçakale ya Rihayê , herî kêm 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, piştî nîvor pevçûna ku li herêma Tel Abyad ya Sûriyeyê rû da, guleyek ya tope li navçeya Akçakale ya li ser sînor ket. Di encama topên li baxçeyê Ofîsa Toprak Masulî ya li Taxa Yenî ket, li gorî Şaredarê Akçakaleyê, 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn. Hinek çavkanî jî dibêjin, hêjmara miriyan 5’e.
Qeymeqamtiya Akçakaleyê gel hişyarkir ku, gel neçar nemînin xwe nêzî herêmên sînor nekin.