Li hemû girtîgehên girtiyên ji dozên PKK û PAJK'ê lê dimînin, gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dest pê kir.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên ji dozên PKK û PAJK'î di 12'ê îlonê de bi armanca mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên sererastkirin û hemû zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin hate destpêkirin berdewam dike. Çalakiya berê bi 380 girtiyên li 39 girtîgehan berdewam dikir, îro bi tevlîbûna hemû girtîgehan çalakî berdewam dike.
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya daxuyanî dabû û anî bû ziman ku, ji 15'ê cotmehê şûn ve li hemû girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê çalakî dê çalakî bidin destpêkirin û wiha gotibû: "Tu hêz û vîn gavê bi wan nade avêtin. Bila tu kes bi wê armancê neyê cem me. Ji bîlî dengê Serokatî û tevgera me em tu dengên din nabihîzîn."
Malbat û xizmên girtiyan jî duh, bi armanca balê bikşînîn ser gireva birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de li girtîgehan destpê kir li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di salona civînê de pankrata "Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî" hate daliqandin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên kesên di gireva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. BDP'ê û Dayîkên Aştiyê jî piştgirî dan malbatên girtiyan.
'EM PÊVAJOYA ÇALAKIYAN DIDIN DESTPÊKIRIN'
Li ser navê malbatan Selîm Înal daxuyanî xwend û diyar kir ku, heke di çalakiyên gireva birçîbûnê de mirin pêk bên berpirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê û Wezareta Dadê ye. Înal anî ziman ku, li gel hemû daxwazên gelê Kurd yên demokratîk polîtîkayên tunekirinê tên meşandin. Înal da zanîn ku, hemû kesên li hemberî şer divê ji AKP'ê re bêjin "raweste". Înal anî ziman ku, ew dê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan dê di 16'ê cotmehê de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wiha got: "Em dê bi daxuyaniyê pêvajoya çalakiyan û gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidin destpêkirin."
BANGA SERHILDANÊ
Serokê TUAD-DER'a Amedê Sirri Dogan jî bang li hemû kesî ku tevlî daxuyaniya dê di 16'ê cotmehê de de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bidin bibin kir. Dayîka Aştiyê Hewa Kiran jî bang li hemû kes kir ku, êdî rabin ser piyan û serî hilbidin.