Girtiyên PKK û PAJK’î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin

Girtiyên PKK û PAJK’î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ragihandin ku ew li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd û “polîtîkayên qrkirina fîzîkî, siyasî û çandî ya li ser gelê” Kurd çalakiyeke dîrokî didin destpêkirin. Girtiyan da zanîn ku ew ê ji 12’ê Îlonê ve di 6 girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor bikin.

Girtiyên PKK û PAJK’î aşkere kirin ku ew ê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser gelê Kurd çalakiyeke “dîrokî” bidin destpêkirin. Daxuyanîya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î ji aliyê Denîz Kaya ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “dewleta mêtînger a Tirk”li der warê de li hemberî vîna gelê Kurd di sala 2012 de planên berfireh ên îmhaiyê xistiye dewrê û hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de di serî de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemberî hemû gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê biryara şerek topyekun hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Ocalan 13 sal in di techrîdek bêhempa de ye û hat diyarkirin ku li hemberî mirovên bê parastin êrîşên lînckirinê pêk tên, “operasyonê dagirkirinê” yên artêşa Tirk didomin, bi hezaran siyasetmedarên sivîl hatine girtin, zarokên Kurd di zîndanan de ne, sazî û komeleyên Kurdan bi zextan re rû bi rû ne û vê tabloyê şibandin pêkanînên di dema derbeya 12’ê Îlonê ya faşîst.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Troykaya AKP-Erdogan-Gul a a nijadperest-înkarker û komkuj vê yekê bes nabîne û bi berdewam rûyê xwe yê dijminahiyê nîşanê Kurdan û mirovahiyê didin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê yên li pey xeyalên Osmaniyan in, dixwazin parçeyên din ên Kurdistanê dagir bikin.

OCALAN DI ÎŞKENCEYEK GIRAN DE YE

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “ Ev 14 meh in tu hay û agahiya me ji Rêbertiya me tune ye. Em nizanin ka Rêbertiya me dijî an na. Rejîma nijadperest-înkarker û dewleta AKP’ê li hemberî rêbertiya me îşkenceyeke giran a ji mirovahiyê dûr e pêk tîne.” Girtiyan da zanîn ku ew li hemberî van polîtîka û êrîşan bedena xwe ya tazî bikin mertal.

Di daxuyaniyê greva birçîbûnê ya ku sala par ji aliyê girtiyan ve hatibû destpêkirin, hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku wana ji ber bangên gel û tevgera azadiyê dawî li greva xwe anîbûn û got; “Me gotibû ku em ê rewşa Rêbertiya xwe bişopînin. Me dabû diyarkirin ku ger daxwazên me neyên pêkanîn, em dest bi çalakiyên ku rejîma AKP’ê nikare xwe li ber bigire bikin.” Hat diyarkirin ku her çendî demek dirêj bi ser re derbas bû lê “tecrîda kujer a li ser rêbertiya me berdewam dike”.

BÊDENGÎ ERÊKIRINA POLÎTÎKAYÊN REJÎMA HOV E

Hat diyarkirin ku bêdengiya li hemberî vê tecrîd û îşkenceya giran a li ser Ocalan tê wateya “erêkirina polîtîkayên rejîma hov a AKP’ê” û wiha gotin; “Em weke zêdetirê 10 hezar girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê; em careke din ji raya giştî û gelê xwe re radigihînin ku me tu carî vê yekê qebûl nekiriye, em qebûl nakin.”

ÇALAKIYA DÎROKÎ

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ragihandin ku ew li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd û “polîtîkayên qrkirina fîzîkî, siyasî û çandî ya li ser gelê” Kurd çalakiyeke dîrokî didin destpêkirin û gotin; “Em weke weke zêdetirê 10 hezar girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê; em dê di ji 12’ê Îlonê ve girtîgehên Tîpa D a Amedê, Tîpa E ya Amedê, Tîpa F a Bolu, Tî F1 a Kandira, Tîpa F2 kandira û Girtîgeha Sêrtê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor dikin.”

‘EM DEWLETA TIRK Û REJÎMA AKP’Ê HIŞAR DIKIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Heke daxwazên me neyên bicihanîn, bi awayek din nêzî çalakiya me bibin, ji nedîtî ve bên, di raya giştî de tune bê hesibandin, were manîpulekirin, dewleta Tirk û rejîma AKP’ê dê bi bi encamên ku nikare xwe li ber bigire re rû bi rû bimîne.”

Hat diyarkirin ku ew ê li hemberî hemû êrîş an jî provakasyonên li hemberî her hevalek xwe hişyar bin û bersivê bidin û hat gotin; “Berpirsyarê her provakasyonek ji aliyê polîs-leşker û gardiyanên dewlet û AKP’ê ve pêk bên, dewleta Tirk-AKP û wezîrên wê bi xwe ne.”

DAXWAZ:

1-Divê di demek zû de, bê şert û merc derfetên azadî, tendurîstî û ewlekariya Rêbertiya me bêne pêkanîn.

2-Divê pêkanîn û nêzîkatiyên nijarperest-înkarker ên li ser zimanê me yê zikmakî bêne bidawîkirin, di serî de dadgeh, divê hemû astengiyên li pêşiya karanîna zimanê me yê di perwerde û saziyan de di demek zû de bêne rakirin.

Di daxuyaniyê de berxwedan û serhildana gelê Kurdistanê hate silavkirin û hat ragihandin ku ew careke din soz didin ku ew ê weke heta îro, ji îro pêve jî di nava têkoşîna azadiya gelê xwe de cih bigirin. Di dawiya daxuyaniyê de banga serhildanên bênavber li gelê Kurdistanê hate kirin.