Girtiyên PAJK Û PKK’ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê girtî ne di 32’emîn salvegera 12’ê îlonê de dest bi grevana birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dikin. Girtiyan bal kişand ser pêkanînên ku ji yê dema derbeya leşkerî ya girtîgehan pêkhatine, derbas kirine û da zanîn ku heta ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş nebin dê çalakiya wan bidome.
Girtiyên PKK û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiye û Kurdisanê dimînin ji îro şûn de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger dikin.
Di rojên borî de li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev 14 meha ji Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Em li dijî tecrîda li ser serokatiya me, li dijî polîtîkayên înkar û nîjadperest yên li hemberî gelê me dikevin çalakiyeke dîrokî. Di 12’ê îlonê de em dest bi çalakiya bê dem û dorneveger dikin.”
Girtîgehên ku dê lê greva birçîbûnê ya dorneveger dest pê dike wiha ye: Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, girtîgha Tîpa E ya Amedê, girtîgeha Tîfa F1 û F2 ya ya Kandirayê û girtîgeha Sêrtê.
Navê girtiyên Girtiyên Tîpa F ya Boluyê ku dests bi girevê dikin wiha ye; Sakip Hazman, Abdullah Oral, Maruf Turkan, Aydin Şaka, Muzaffer Akengîn, Murat Avci, Hasan Ateşçi, Alî Şek û Alî Adiman.
Ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê 9 girtî dest bi grevê dikin: Sara Aktaş, Mîzgîn Arî, Nîhayet Taşdemîr, Herdem Kizilkaya, Pero Dundar, Besîme Konca, Seve Demîr, Taybet Belge û Zeynep Kaplan.
GONUL ERDOGAN DI ROJIYA MIRINÊ DE YE
Girtiya PKK’ê Gonul Erdogan ya ku di Girtîgeha Bakirkoy a jinan de ye di 1’ê îlonê de dest bi rojiya mirinê kiribû.
Erdogan di daxwaznameya ku Wezareta Dadê re şandibû de wiha gotibû: “Divê Birêz Ocalan azad bibe. ger ev pêk neyê tu wateya jinê nîne. Çawa ku gelê me li dijî pêkûtiyên dij mirovahiyê têdikoşin ez jî wekî girtiyeke azadiyê xwedî li vê berxwedanê derdikevim.”