Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku 68 rojan ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ketin greva birçîbûnê û li ser banga Ocalan dest ji grevê berdan, rastî ceza û zextên rêveberiyen girtîgehê tên. Girtî li aliyekî tên sirgûnkirin, li aliyê din rastî cezayê dîsîplîn û hucreyan tên. Xizmên girtiyan diyar kirin ku, rayedarên girtîgehan girtiyan birçî û tî dihêlin.
Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya zimanê zikmakî di 12'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68'an de dest ji greva birçîbûnê berdabûn. Piştî girtiyan dawî li çalakiyê anîn zextên li ser wan zêde bûn. Girtiyên ku dema dawî li çalakiyan anîn bi kelepçeyan birin nexweşxaneyan, niha hem wan sirgûn dikin û hem jî wan bi hurce û dîsîplîne ceza dikin. Gelek girtiyên ku ketibûn grevê rastî cezayê hucreyê û dîsîplînê hatin.
15 ROJAN DI GREVÊ DE MA 40 ROJAN XISTIN HUCREYÊ
Yek ji van girtiyên ku rastî ceza û zextan tê girtiyê bi navê Seyfettîn Yakute. Yakut di 2011'ane hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê. Hevjîna Seyfettin Yakut Şazime Yakut diyar kir ku, hevjînê wê 15 rojan ket greva birçibûnê, lê niha rastî 40 roj cezayê hucreyê hatiye û wiha got: "Hevjîna min piştî dawî li çalakiyê anî bi sedema ku ketiye grevê rastî 40 roj cezayê hucerê hat. Dîsa rastî pêkanîn û zextên derûnî tê. Av û xwarinê di wextê wan de nadin wan. Hevjînê min çend roj berê bi telefonê li min geriya. Diyar kir ku, binpêkirina mafan zêdetir bûye û ceza li ser ceza li wan dibire.
ZAROK Û HEVJÎNÊ WÎ MEXDÛRIN
Bavê girtiyê bi navê Erdal Erbekler Fuat Erbekler jî anî ziman ku, kurê wî li Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê ye û wiha got: "Erdal jî ji ber ket greva birçibûnê rastî 40 roj cezayê hucreyê hat. Piştî dawî li çalakiyê anîn 3 roj şûnde rastî cezayê hucreyê hat. Çend roj berê min name şand. Di nameyê de diyar kir ku, rastî pêkanîn û tundiya derûnî tê. Niha kurê min rastî ceza hatiye û hevjîna wî û zarokên wî mexdûrin"
'KURÊ MIN TAZÎ KIRIN'
Bavê Felemez Teker Îhsan Teker ji anî ziman ku, kurê wî di heman girtîgehê de dimîne û wiha axivî: "Kurê min 14 mehin girtî ye. Kurê min ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Boluyê kirin. Dema kurê min sirgûn kirin li pey xwe kaş kirin û avêtin rîngê. Dema birin girtîgeha Boluyê jî şût û tazî kirin. Ji ber ku kurê min ev yek qebûl nekir rastî îşkenceyê û cezayê hucreyê hat. Kurê min ji ber ku 25 rojan ket greva birçîbûnê rastî cezayê dîsîplînê hat. Me serî li ÎHD'ê da, lê hêj me tu encam bi dest nexistiye. Em vê zilmê qebûl nakin.