Girseya dixwest bimeşe Katoyê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Girseya dixwest bimeşe Katoyê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Li navçeya Elkê ya Şirnexê girseya bi armanca piştgirî bidin bi sedan kesên ji bo wergirtina cenazyeên 7 gerîlayên li Kato Marînosê jiyana xwe ji dest dane bînin çûne, xwest bimeşe Katoyê, ji aliyê polîs û leşkeran ve hate astengkirin. Girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Bi arnama piştgirî bidin bi sedan kesên ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên li Kato Marînosê jiyana xwe ji dest dane, çûne Katoyê, zêdetirê hezar kes li ber avahiya BDP’ya Elkê kom bûn. Girseyê xwest bimeşe Zozana Laleşê. Di meşê de dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” qêriyan. Girse ji aliyê polîs û leşkeran ve li ber Tûgaya Cendirmeyan a Elkê hat astengkirin. Girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê saet di 10.20 de dest pê kir, berdewam dike.