Geverî dê li dijî operasyonan bimeşin

Geverî dê li dijî operasyonan bimeşin

Li Geverê bi armanca ku balê bikişînin ser girtin û zextan dê sibê meşek pêk were. Serokê BDP’ê yê Geverê Rustem Demîr banga tevlibûna meşê kir û wiha got: “Zilma AKP’ê êdî sînor bezand. Li dijî daxwazên azadiyên yên kurd AKP’ê êrîşê hemû saziyan dike.

BDP’ya Geverê bi armanca girtin û binçavkirinan şermezar bike dê sibê meşekê pêk bîne û der barê meşê de li avahiya navçeyê daxuyaniyek dan.

Cîgira Şaredariya Geverê Nahîde Yildiz, wekîlê şaredariya Esenderê Tacettîn Sefali û gelek kes tevlî civînê bûn. Di civînê de serokê BDP’a Geverê Rustem Demîr bang kir.

Demîr anî ziman ku hikûmeta AKP’ê di neçareseriya pisgirêka kurde israr dike û wiha got: “zilma AKP sînor bezand. AKP li dijî daxwazên azadiyê yên kurd êrîşê hemû saziyan dike.

Demîr wiha got: “Gelê kurd dê destûrê ne polîtîkayên înkar û îmahayê û nêzîkatiya tasfiyekar ya AKP’ê. Kî ligel aştiyê ye kî ligel neçareseriyê ye bi operasyonên ji 2009’an heta niha didome diyar e. Li aliyekê nîqaşa rakirina destnedana parlamenteran û aliyê din jî tecrîd her diçe girantir dibe. Li aliyê din Jî binçavkirin û girtin didomin. Ji ber vê kesên darbeyê li kurdan dixin bila behsa çareseriyê nekin. Em bi salan in li dijî van pêkanînên faşîzan berxwe didin. Em ji vir şûnde jî berxwe didin.

Demîr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gel kir ku bila sibê saet di 13.00’an de li Otela Oslo bên cem hev û dê heta kawşaxa girtîgeha berê bimeşin.