BI DÎMEN

Gerîlla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Şirnexê weşand

Gerîlla TV dîmenê çalakiya sabotajê ku 7’ê Cotmeha 2016’an ji hêla gerîlayên HPG’ê ve li Deriyê Beroj a Şirnexê hatibû lidarxistin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî çalakiyê de wiha gotibû; “7’ê Cotmeha 2016’an saet 10.00’an hêzên me leşkerên artêşa TC ên li qada Deriyê Beroj a Şirnexê tevdigeriyan kirin hedef, saet 15.00’an çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”