BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê : Em cesaretê ji Bêrîtan digirin

Gerîlayên li Şengalê diyar kirin ku wê bi xeta Bêrîtan berxwedana xwe bidomînin. Gerîlayan gotin; “Bêrtîn ji ber hem PKK hem jî artêşbûna jinê xurt kir, tevgera jinê jî bi hêz kir. Em bi cesareta ku ji wê digrin şer dikin.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a ku sala 1992’yan banga artêşa Tirk û pêşmergeyan a “teslîm bibe” xwe ji kendal werkiribû û bersivandibû ji ANF’ê re axivîn…

CÛDÎ: KESAYETA JINA KURD DANÎ HOLÊ

Gerîlaya YJA Starê Rûken Cûdî: Di şexsê heval Bêrîtan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û soza mezinkirina têkoşîna wan didin. Şehîd Bêrîtan wek fermandarekê, hevrêyek û mîlîtana Rêbertî di şexsê xwe de kesayeta jina azad derxist holê. Şehîd Bêrîtan ev daxwaz û bang kir ku naxwaze jina Kurd ti carî teslîm bibe û îxanetê li rastiya bike.

Bi hezaran hevalên me gotin “ji teslîmbûnê re na” û bi ruhê heval Bêrîtan berxwedana herî mezin nîşan dan. Li çiyayên Şengalê em hemû xelefên heval Bêrîtan in. Em bi berxwedana Şehîd Bêrîtan û bi hezaran hevalên xwe yên şehîd, îro têkoşîna xwe xurttir dikin. Eger heval Bêrîtan sax bûya, wê ji bo rizgarkirina keçên ku dîl ketine destên DAÎŞ’ê çi ji dest bihata bikira. Berxwedan û têkoşîn mîrateya heval Bêrîtan e. Em diyar dikin ku di şexsê wê de li ser şopa tevahî şehîdan bimeşin.

COLEMÊRG: DIVÊ HER ÇIRKEYÊ EM BI RUHÊ BIJÎN

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Colemêrg: Bi ruhê Şehîd Bêrîtan em ê ji bo azadiya jinên li Rojhilata Navîn heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Eger îro em di nav PKK’ê de bin û di çeperên herî pêş de şer dikin, ev di şexsê heval Bêrîtan de pêk hatiye. Em karibin her çiqasî bi ruhê heval Bêrîtan bijîn em ê karibin ew qasî jî bersivê bidin Rêbertiyê. Em vê baş dizanin ku wek jin li eniyê herî pêş şerê me yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, ji ber cesareta ji Bêrîtanan, Zîlanan e. Pêwîst e her çirkeyê em bi ruhê heval Bêrîtan bijîn. Em niha li Şengalê ne û em ê vê qetlîama hov ji bîr nekin. Bi taybet jî ji bo tolhildana jinên ku hatin revandin û qetilkirin em ê bi ruhê heval Bêrîtan tevbigerin.

Şehîd Bêrîtan li dijî paşverûtiya PDK û dewleta TC serî hilda. Li ser bangên “teslîm bibe” bi qehremantiya xwe bû bersiv. Heval Bêrîtan dizanî ku dixwazin di şexê jinê de teslîmbûyin û îxanetê pêş bixin. Lê heval Bêrîtan kesayeta rast a jina Kurd danî holê, bangên teslîmbûnê vala derxist, xwe ji kendal avêt. Niha bûye sembola tevgera jinê. Şehîd Bêrîtan

DIRBESIYE Û KOÇER: PKK Û TEVGERA JIN XURT KIR

Gerîlayên HPG’ê Egîd Dirbesiyê û Şervan Koçer: Sala 1992’yan xwestin di şexsê heval Bêrîtan de îradeya jinê bi dest bixin. Lê heval Bêrîtan teslîmbûyin qebûl nekir, rastiya jina Kurd nîşanî wan da. Tiştê ku ji me tê xwestin jî ev bersiv e. Berîtan a ku destan nivîsî bû sembol, yên îxanet kirin jî çûn ser sergoyê dîrokê. Dijmin xwe di şexsê heval Bêrîtan de îradeya jinê bişkîne û teslîm bigre. Lê heval Bêrîtan bi çalakiya xwe derbeya giran li dijmin xist. Esas dixwest di şexsê Bêrîtan de PKK’ê tine bike. Lê ji ber Şehîd Bêrîtan tevgera jinê hê jî xurttir kir. Em jî wek hevrêyên şehîd Bêrîtan dibêjin ku em ê serî li ber sîstema kapîtalîst û dijmin netewînin. Dîsa di şexsê Şehîd Bêrîtan de soz didin hevrêyên xwe, şehîdên şoreşê û gelê xwe ku em ê heta xwîna xwe ya dawî ji bo gel û axa Şengalê li ber xwe bidin. Heta çar parçeyên Kurdistanê azad nebe, gelê me yê dîl ketiye destê DAÎŞ’ê neyê rizgarkirin em ê çirkeyekê jî ranewestin.

 

...