Di saetên danê nîvro de gerîlayên HPG’ê li ser rêya di navbera Mûş û Pasûrê de û di saetên danê êvarê de jî rêya di navbera Pasûr û Licê de kontrol kirin.
Hat ragihandin k gerîlayan di kontrola rê de 150 wesayît rawestandin û nasnameyên wan kontrol kirin. Gerîlayan der barê pêvajoyê û çalakiyên gerîlayan de agahî dan. HPG’ê ji gel xwest ku zarokên xwe neşînin dibistanên dewleta Tirk û boykot bikin. Kontrola bi qasî saetekê berdewam kir.