Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê li ser rêya navçeya Başan û Qereqoyinliya Îdirê bi hev ve girêdidin rê kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, gêrîlayên HPG’ê nêzî Bajarokê Taşbûrûnê rê kontrol kirin. Di dema rê kontrolê de gêrîlayan tirek şewitandin û hate ragihandin ku, li rexmî hişyariyên gêrîlayan wesayîta nerawestiya hate gulebaran kirin.
Hate ragihandin ku, di navbera cendirmeyên hatine cihê bûyerê û gêrîlayan de demek kurt pevçûnê rû da, lê belê di derbarê encamên pevçûnê de agahî nehatin girtin.