Gerîlayê HPG’ê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abuzer Paksoy ê li Oremarê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qilabanê hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abuzer Paksoy ê li Oremarê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qilabanê hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abuzer Paksoy ê li Oremarê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qilabanê hate definkirin.
Cenazeyê Abuzer Paksoy (Şahîn Goyî) ê HPG'î yê di 5'ê Îlonê de li herêma Oremarê ya Colemêrgê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qilabanê bi merasîma cenaze ya bi hezaran welatî beşdar bû ve hate definkirin. Cenazeyê Paksoy piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê otopsî hate kirin bi konvoyeke ve anîn Qilabanê. Cenaze li vir bi dirûşma "Şehîd namirin" ve hate pêşwazîkirin. Piştî ku wecîbeyên olî cenaze bi meşê birin Goristana Navçeyê.
Li goristanê bi rêz girtinê sirûda "Ey reqîb" hate xwendin. Rêveberê MEYA-DER'ê yê Şirnexê Mele Halît Gungen axivî û ji bo malbata Paksoy sersaxî xwest, got uk şehîd sedema hebûna gelê Kurd e û wê têkoşîna wan bişopînin.
Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk jî axivî û got ku hikûmeta AKP'ê bi konsepta şer li her qadê li dijî gelê Kurd şer dide meşandin lê li gel vê yekê jî gelê Kurd tenê xwe diparêze. Bîrlîk diyar kir ku demên bihurî jî rayedarên dewletê li dijî gelê Kurd şerê qirêj meşandin lê têkoşîna gelê Kurd ew fetisand. Bîrlîk destnîşar kir ku 9 rojan li Cizîrê elektrîka gel qut kirin bê av hiştin lê gelê Kurd bi tilîliyên xwe ew qewirandin.
Bapîra Paksoy, Rahîme Paksoy jî ji bo hemû gelê Kurd sersaxî xwest û wiha got: "Abuzer şehîdê hemû kesan e. Êdî em şer û îxanetê naxwazin. Bila êdî aştî pêk bê."
Piştî axaftinan cenazeyê Paksoy bi dirûşman ve hate definkirin.