Gerîlayê ARGK'ê ku nasnameya wî nû hate aşkerakirin tê bibîranîn

Gerîlayê ARGK'ê ku nasnameya wî nû hate aşkerakirin tê bibîranîn

Gerîlayê ARGK'ê Enwer Enterat ku di 25'ê Nîsana 1997'an de li herêma Garisa ya Botanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, lê nasnameya wî nû hate aşkerakirin, dê sibe li Dirbêsiyê bê bibîranîn.

Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê, ji bo bîranîna Enwer Enterat dê sibe li Parka Munteza merasîmekê lidar bixin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê di merasîmê de 9 gerîlayên HPG'ê ku di dîrokên cuda, lê di meha îlonê de jiyana xwe ji dest dane jî bêne bibîranîn û banga tevlîbûnê hate kirin.

Li aliyê din ji bo Enwer Enterat li ber mala malbata wî ya li Taxa El Şerqî, konê sersaxiyê hate vedan.