HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeya Payîzava ya Wanê rê kontrol kirine û got; “Di 22'ê Îlonê de di saet 21.00'an de piştî çalakiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Wanê hatibû lidarxistin û polîsek hatibû kuştin, nûçeyên behsa şahadeta gerîlayên me yê ev çalakî lidarxistiye dûrî rastiyê ye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Wanê pêk tên de daxuyaniyek da û îdîayên ku dibêjin “li Wanê du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane” derewand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 26'ê îlonê de di navbera saet 17.00-19.30'an de li navçeya Payizavaya Wanê li ser riya Nodizê ji aliyê gerîlayan rê hatiye kontrolkirin û wiha hat gotin; “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha Cerdewaneke ji Gundê Sipîndaroka Payizavayê li pêşiya gel hatiye darizandin, ji ber sond daye ku dest ji cerdewaniyê berde serbest hatiye berdan. “
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê îdîayên ku dibêjin “li Wanê du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane” derewand û got; “Di 22'ê Îlonê de di saet 21.00'an de piştî çalakiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Wanê hatibû lidarxistin û polîsek hatibû kuştin, nûçeyên behsa şahadeta gerîlayên me yê ev çalakî li dar xistiye dûrî rastiyê ye. Gerîlayê me yê ev çalakî li dar xistiye, li yekîneya xwe ye û kar û xebatê xwe berdewam dike.”
Her wiha, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ji hêzên gerîla yên li Eyaleta Erziromê ji ber serkeftinên wan ên di çalakiyan de pîroz kir û got; “Hêzên Eyaleta Erziromê yên ji ber çalakiyên serkeftî yên li dijî polîs û leşkeran lidarxistiye, herweha ji ber serkeftina wan a li beramberî operasyonan pîroz kirin.”