Gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên şevê de rêya Dêrsim-Erzînganê qutkir û rê kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, komek ya gêrîlayên HPG’ê li herêma Aglayan Kayalar ya li ser rêya 45’mîn kîlometreya Dêrsim-Erzînganê rê kontrol kirin. Gêrîlayên ku di dema kontrolê de wesayîtek şewitandin, dest danîn ser wesayîtekê jî. Gêrîlayan ji gelê ku li rexê rê komkirin re axivîn.