Gêrîlayan li Kerboranê rê kontrol kirin

Gêrîlayan li Kerboranê rê kontrol kirin

Gêrîlayên HPG'ê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê rê girtin û kontrola nasnameyan kir.

Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG'ê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê rê girtin û kontrola nasnameyan pêk anîn. Gêrîlyan şevê din di demjimêr 19.30'an de wesayîtên diketin navçeyê rawestandin û li ser rê kontrola nasnameyan pêk anî. Hate hînbûn ku, nêzî demjimêrêk gêrîlayan kontrola rê pêk anî. Hate hînbûn ku, gêrîlayan bi welatiyan re sohbet kir û xwest ku gel xwedî li nirxên xwe derbikevin.

Welatiyê bi wesayîta xwe ji navçeya Midyadê diçû navçeya Kerboranê diyar kir ku, gêrîlayên gelek rehet tevdigeriyan û nêzî demjimêrekê ji gel re propaganda kirin.