Gêrîlayên HPG’ê ku li nêzî navend Îdirê rê kontrol dikirin, wesayîtek ya Turk Telekomê şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, wesayîtek ya Turk Telekomê ku vedigerî Fermandariya Cendirmeyan ya Korhanê, ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve di demjimêrên şevê de hate rawestandin.
Gêrîlayên ku personelên di wesayîtê de anîn xwar û agir bi wesayîtê xistin, piştre ji cihê bûyerê veqetiyan.