Gerîlayan li Geverê li hêza operasyonê xist

Gerîlayan li Geverê li hêza operasyonê xist

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî hêza operasyonê ya artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin. Her wiha operasyon û bombebaranên li herêmê berdewam dikin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku çalakiyê gerîlayan yên li dijî operasyonên artêşa dagirker a tirk ên ji bo mudaxeleya navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê tên li darxistin, ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û ev agahî da:

SÊ ÇEPER HATIN RÛXANDIN

“Di 6'ê Cotmehê de di saet 19.30'an de li Geverê li dijî Girê Zevîsor a Mergezerê li dijî leşkerên dijmin ê bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çeper hatine rûxandin. Herweha di navbera gerîlayên me û leşkerên derveyî li gir pevçûneke demkurt qewimiye. Hejmara kuştî birîndarê dijmin ên di pevçûn û çalakiyan de nehatiye zelalkirin. Dijmin piştî pevçûnan kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye û ji aliyê helîkopterên kobrayan jî herêm bê ser û ber hatiye bombekirin.

Di heman rojê de di saet 15.00'an de li dijî karwanên ji tank û panzêran pêk tê û ji bo mudaxeleyê operasyona li herêma Veregoza Geverê bike dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de karwana ji wesayitên zirxî pêk dihat naçar mane paşde vegerin.

Dîsa di heman rojê de di saet 16.00'an de li Geverê di navbera herêma Memîştê û Gipê de helîkoptereke skorskyê ya ji hêzên opersayonê re alav û cebilxane vediguheste rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û naçar maye paş de vekişe.

Di 6'ê Cotmehê de di saet 21.00'an de li dijî herêma Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Dîsa di heman rojê ji danê nîvro û heta niha li dijî herêma Çarçelayê bi hewan û obusan tê bombekirin.

Di 6'ê Cotmeh3e de li dijî herêmên Şkeftan, Bereavrez û Warêmergê yên bi ser Şemzînanê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna cerdewanên gundê Katûnayê operaysonek hatiye lidarxistin.”

LI ÇEWLIKÊ OPERASYON

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 5'ê Cotmehê de di saet 15.30'an de li sêgoşeya navçeyên Kexî, Çermê û Azarperta Çewlikê li dijî herêmên Kumsor, Înek, Osmanuşakları, Kevirêspî û Neqeba Şorik ên bi ser herêma Şehîd Xebatê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.