Gerîlayên HPG’ê li navçeya Gevera Colemêrgê derbe li helîkopterek amûrên leşkerî vediguhest û li Çewlikê jî li qereqolekê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên di encama her du çalakiyan de nehat zelalkirin.
Navenda Çapemen-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkere kir ku li navçeya Gevera Colemêrgê derbe li helîkopterek amûrên leşkerî vediguhest û li Çewlikê jî li qereqolekê xistin.
HPG-NÇR’ê der barê çalakiya li dijî helîkopterê de ev agahî da; “Di 13'ê Cotmehê de di saet 11.00'an de li Girê Gipê ya Geverê li diJî leşkerên li derdora helîkoptereke skorsky a ji leşkeran re cebilxane û alavên leşkerî vediguhezand ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê li dijî herêma Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî haitye lidarxistin.”
LI ÇERMÊ ÇALAKÎ
HPG-NÇR’ê got; “ Di 13'ê Cotmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Çêrmeya Çewlikê li dijî Qereqola Demê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya 2 kozikên nobedariyê û avahiya qereqolê bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Heta danê sibê ya 14'ê Cotmehê li derdora qereqolê tevgera leşkerî berdewam kiriye.
LI DIJÎ TRENÊ ÇALAKÎ
HPG-NÇR’ê diyar kir ku gerîlayan li Erziromê li dijî trenekê çalakî li dar xistine û ev agahî da; “Di 13'ê Cotmehê de di saet 11.30'an de li dijî trêneke alavên leşkerî barkirî ya ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû li navbera navçeyên Xorasan û Sariqmûşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di enama vê çalakiyê de zirara maddî di trênê de çêbûye.”
RÊYA DÊRSIM-ERZÎNGAN HAT KONTROLKIRIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku d 13'ê Cotmehê de di navbera saet 12.00-13.00'an de li ser riya Dersim - Erzinganê li herêma Kozmerîk ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û wiha hat gotin; “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û tirek a şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û têk çûye. Dîsa mamosteyeke xizmetê polîtîkayên bişaftinê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpîrsîna wî hatiye hişyarkirin û serbest hatiye berdan. Piştî çalakiyê li dijî vê herêmê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bidaxistinên bi helîkopterên skorskyan operasyonek hatiye lidarxistin.”
HPG-NÇR got; “DÝ 13'ê Cotmehê de di navbera saet 16.00-18.00'an de li ser riya Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 60 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de wesayiteke ya şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û maddeyên teqemeniyê vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.”