Hate ragihandin ku gerîlayên HPG'ê piştî êrîş li Qereqola Harunan kirin derbe li helîkoptera ji bo mudaxeleyê li bûyerê bike hat, xistine.
Piştî gerîlayên HPG'ê li dijî Qereqola Harunan a di navbera navçeyên Gever û Şemzînan de çalakiyek pêk anîn herêm hate serê sibê ji aliyê helîkopter û balafêrên şer ve hate bomebarankirin. Balafirên şer her wiha herêma Rubarokê jî şevê bomebaran kirin.
Hate ragihandin ku helîkpotera ji bo bombebaranê diçû ji aliyê gerîlayan ve hate derbekirin. Li gorî agahiyan saet di 03.00'an gerîlayan di navbera gundên Zîzan û Dari yên Geverê de derbe li helîkopterekê xistine. Helîkopteran hate derbe xwar bi zorê li balafirgeha kevin a Geverê daket. Li ser vê yekê gelek wesayîtên zirxî û rayedarên leşkeran çûn cihê bûyerê. Piştî helîkoptera zirar dît temîr kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Geverê.