Gêrîlayan li Elkê nasname kontrol kirin

Gêrîlayan li Elkê nasname kontrol kirin

Gêrîlayên HPG'ê duh bi roj li navçeya Elkê ya Şirnexê di bin bombebarana tank û topan de rê li trafîkê girt û nasname kontrol kirin. Dema gêrîlayan kontrola nasnameyan dikir, helîkopterên kobrayê hatin herêm bombe kirin.

Komek gêrîlayên HPG'ê duh rêya bejayî ya navbera Şirnex û Elkê li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin. Koma gêrîlayên HPG'ê ku di destê wan de lîsteya navan hebû bal kişandin ser xwe. gêrîlayan piştî kontrola nasnameyan bi sedan kesên li ser rê kom bûn, hişyar kirin û xwestin rastiyê bibînin û propaganda kirin. Dema gêrîlayan kontrola nasnameyan dikirin, helîkopterên komba hatin qada kontrolê û herêm bombe kir. Dema helîkopterên kobrayê herêm da ber topan, gêrîlayan xwînsariya xwe xirab nekirin. Kontrola nasnameyan ya gêrîlayan heta demjimêrên êvarî berdewam kir.

Li aliyê din gêrîlayan li zozanên Feraşînê û gundê Bêzarê bi rojanin li herêmê kontrola nasnameyan dike û rê kontrol dikin.