HPG’ê ragihand gerîlayan li ser rêya Şirnex û navçeya wê Elkê li karwaneke leşkerî xistin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlayan di 14’ê cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li karwanek leşkerî xistine û ev agahî da:
“Di 14’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî derbe xwariye û şewitiye, heweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê aşkere kir ku di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 12.00-20.00’an de li navbera navçeya Şaxa Wanê û Berwariya Sêrtê û di navbera navçeya Berwariî û Gundê Osyanê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û ev agahî da, “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatine agahdarkirin. Herweha 3 mamostêyên xizmetê polîtîkayên bişaftinê yên dijmin dikin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Herêma tu mudaxeleyên dijmin çenebûye, serweriya gerîlayên me hîn jî berdewam dike.”