Gêrîlayên HPG’ê yên di ser şantiyeya înşatê ya nêzî pira Kantar ya Êlihê de girtin, gelek makîneyên kar şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, komek ya gêrîlayên HPG’ê li derdora demjimêrên 23.00’an de di ser înşata pirê de girtin. Gêrîlayan agir bi gelek makîneyên kar yên li şantiyê xistin. Gêrîla piştîre ji cihê bûyerê dûrketin.