Gêrîlayên HPG’ê yên li ser rêya 35’mîn kîlometreya Pilûr-Dêrsimê rê kontrol kirin, her wiha agir bi mînîbusek ya aydê fîrmayekê ve xistin.
Li gorî agahiyên hatine destxistin, gêrîlayên HPG’ê yên li ser rêya 35’mîn kîlometreya Pilûr-Dêrsimê rê kontrol kirin, mînîbusa aydê fîrmayekê rawestandin. Gêrîlayên ku ajovan serbest berdan, agir berdan wesayîtê. Ajovanên ku navê wî nehate aşkera kirin, piştî îfade dane Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Pilûrê serbest hate berdan. Gêrîlayên HPG’ê beriya mehekê wesayîtekî heman fîrmayê şewitandibûn.