Gêrîlayan li Dêrsimê kesek serbest berdan

Gêrîlayan li Dêrsimê kesek serbest berdan

Li navçeya Pilûr ya Dêrsimê kesê binavê Deniz Bayazgul yê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.

Li navçeya Pilûr ya Dêrsimê, Deniz Beyazgul ku bihinceta erzaq ji qereqolê re biriye di 12’ê Îlonê ji aliyê gêrîlayan ve hatibû binçavkirin, vê sibehê serbest hate berdan.

Gêrîlayên HPG’ê li ser rêya Dêrsim-Pilûrê rê kontrol kirin. Hate hînbûn ku, yek ji wesayîtên ji aliyê gêrîlayan ve hatin rawestandin, hatiye şewitandin.