Gêrîlayan li Dêrsimê ji çar aliyan êrîşî qereqolê kirin

Gêrîlayan li Dêrsimê ji çar aliyan êrîşî qereqolê kirin

Gêrîlayên HPG'ê li 4 nokteyan êrîşî Qereqola Cendirmeyan ya Saritaş ya di navbera Pilur û Dêrsimê de kir. Piştî êrîşê li herêmê operasyona hate destpêkirin.

Gêrîlayên HPG'ê li 4 nokteyan êrîşî Qereqola Cendirmeyan ya Saritaşê ya 35 kîlometreyan ji navenda Dêrsimê dûr û di navbera navçeya Pilur û Dêrsimê de ye êrîş pêk anî. Piştî êrîşê pevçûn qewimî û ji Fermandariya Cendirmeyan ya Dêrsimê û 4'emîn Tûgaya Komandoyê gelek leşker li girên nêzî qereqolê hatin bicihkirin. Hate hînbûn ku, pevçûnê heta derengî şevê berdewam kir. Têkildarî mirin û birîndaran de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Operayona li herêmê hate destpêkirin didome.