Gêrîlayên HPG’ê li navçeya Çelê hemwext bi roket û çekên lûle dirêj êrîşî qereqol û baregehek ya leşkerî kirin.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di demjimêrên 22.00’an de gêrîlayên HPG’ê bi hemwext êrîşî baregeha leşkerî ya Darsînkî ya jorî navçeyê û Qereqola Serlata ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê kirin. Di êrîşa gêrîlayan ya bi roket û çekên lûle dirêj de, pevçûnên ku li her du noqteyan destpêkirin didomin. Li aliyê din jî pevçûnên ku li gel êrîşê destpê kirin, ji baregehên herêmên jor sînorê Başûrê Kurdistanê dane ber topan.