Gêrîlayên HPG'ê nêzî gundê Qerakendê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê rê kontrol kirin û 11 wesayît dan ber agir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gêrîlayên HPG'ê li nêzî gundê Qerakendê yê Bazîdê rê kontrol kir û 11 wesayît dan ber agir. Qeymeqamê Bazîdê Nurettîn Dayan bûyer piştrast kir û anî ziman ku, 11 wesayîtên şantiyeya li herêmê xebatan dimeşînin hatine şewitandin.
Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpêkirin.