Gêrîlayan di ser şantiyê de girt û makîneyên kar şewitandin

Gêrîlayan di ser şantiyê de girt û makîneyên kar şewitandin

Li Silopiyê gêrîlayan di ser şantiyeya aydê fîrmaya taybet ya ceyranê degirtin, 8 makîneyên kar û 3 wesayît şewitandin.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê duh şev di ser şantiyeya aydê fîrmaya taybet ya ceyranê ya nêzî Bajarokê Gorumlu yê navçeya Silopî ya Şirnexê de girtin. Gêrîlayên ku di dema serdegirtinê de karker komkirin û hinekê sihbet bi wan re kir, 8 makîneyên kar û 3 wesayîtên ji bo xizmeta leşkerî tên bikaranîn şewitandin.

Li aliyê din hate ragihandin ku, li herêma duh şev gêrîlayên HPG’ê çalakî pêkanî, îro sibehê artêşa Tirk operasyon da destpê kirin.

.