Gerîlayan 3 cerdevanên li Bedlîsê girtin

Gerîlayan 3 cerdevanên li Bedlîsê girtin

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Şêx Cima ya Beldîsê di dema kontrolkirina rê de sê cerdevanên ku berê hatibûn hişyarkirin binçav kirine û piştî lêpirsîn hatine girtin.

Di 8’ê îlonê de li herêma Şêx Cima ya Bedlîsê 3 cerdevanên bi navê Naîf Kirşen, Kasim Arîf û Zubeyr Melek ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibûn binçavkirin. HPG’ê ragihand ku piştî lêpirsînê her sê cerdevan hatine girtin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got; “Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 13.30-17.30'an de li naveda Bedlîsê li herêma Şêx Cimayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrokirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Li vir sê cerdewanên bi navê Naîf Kirşen, Kasim Arîf û Zubeyr Melek ê beriya niha hatibû hişyarkirin lê ji ber hişyarî guhdar nekirine ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsînê ev kes hatine girtin.”