Gêrîlayan 2 TIR’ên malzeme ji qereqolê re dibirin şewitandin

Gêrîlayan 2 TIR’ên malzeme ji qereqolê re dibirin şewitandin

Gêrîlayên HPG’ê ku rêya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê birîn û 2 TIR’ên malzeme ji qereqolê re dibirin şewitandin, ajovanên wesayîtan jî binçavkirin.

Li gorî agahiyan; Gêrîlayan rêya di navbera gundên Bozyamaç û Derya yên li ser rêya Şemzînan-Bêzelê de rê kontrol kirin. Gêrîlayên HPG’ê 2 TIR’ên ku malzeme ji qereqola leşkerî re dibirin, rawestandin û agir pê xistin, piştre jî ajovan binçavkirin û ji herêmê dûrketin.