Gerîla Siyabend û Azad hatin rêwîkirin

Gerîla Siyabend û Azad hatin rêwîkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kutbettîn Gunduz (Siyabend Varto) li gundê Kêrsê yê Gimgimê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Xalê gerîla Gunduz Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gimgimê Giyasettîn Altun di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Heke jiyaneke bi rûmet û azad hebe lehengiyekî wisa pêvîst e. Tanq, top û balafirên we hebin jî hun nikarin meşa vî gelî bidin rawestandin." Cenazeyê gerîla Alî Îhsan Yilmaz (Azad Gever) li Geverê li gel mudaxeleya polîsan bi slogana "Tolhilda" spartin axê.

Cenazeyê gerîla Kutbettîn Gunduz (Siyabend Varto) yê ku di pevçûna li navçeya Kirikhanê ya Hatayê de jiyana xwe ji dest da ji saziya Tiba Edlî ya Edeneyê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anîn bajaroka Ziyaretê ya Mûşê. Cenaze di ketina bajarokê de ji aliyê girseya di nav de Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mûşê Naîf Erol, rêveberên BDP'ê, şaredar û gelek kesên din ve hate pêşwazîkirin û pişt re cenaze ber bi Gimgimê ve hate derxistin.

Piştî cenaze hate navçeyê esnafan jî dikanên xwe girtin û tevlî karwana cenaze bûn. Dema ku karwana cenaze derbas dibûn welatiyan slogana "Şehîd namirin" berz kirin. Pişt re cenaze anîn gundê Kêrsê û li mizgefta gund vecîbeyên olî hatin bicihanîn. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Gunduz hilgirtin û sloganên "PKK gele gel li vir e", "Şehîd namirin", "Tolhildan" û "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike" berz kirin û heta goristanê meşiyan. Cenazeyê Gunduz bi slogan û duayan hate veşartin.

'WEKE LEHENGEKÎ VEGERIYA'

Piştî karên veşartin û rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Gimgimê Giyasettîn Altun, axivî û diyar kir ku Siyabet Varto weke gundiyekî kurd derket çiya û wiha got: "Weke lehengekî neyê vegotin û neyê jibîrkirin vegeriya. Heval Siyabend ev yek baş ji me re vegot. Heke dê jiyaneke hebe û azad û bi rûmet be divê xwedî efsaneyekî lehengiyê be. Ji ber vê yekê lehengiya heval Siyabend ji bo me dersekî gelek baş e. Dibe ku tanq, top û balafirên we hebin lê hûn nikarin meşa vî gelî bidin rawestandin. Em li vir bang li hikûmetê dikin. aqilê xwe bînin serê xwe."

Bavê Siyabend Varto Hazalî Gunduz jî wiha got: "Heqê xwe ji me re helal bikin. Ji bo we çi be ji bo me jî ew e. Kurê min şehîdê kurd û Kurdistanê ye. Serê kurd û Kurdistanê sax be."

'EM DÊ ALA AZADIYÊ HILBIGIRIN'

Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî wiha got: "Bila êdî ev xwîn raweste. Bila mirin û kuştin çênebin. Bila diyalog û muzakere demildest bi Birêz Ocalan re dest pê bikin. Divê êdî kurd hişyar bin. Riya gerîla riya xweseriya demokratîk e. Ji bîlî vê riyê tu riyên din tunene. Di vê riyê de hevalên me li çiyayan agirê azadiyê hil dikin, li girtîgehan çalakiyên gireva birçîbûnê berdewam dikin û heta Serok Ocalan azad dibe dê berxwedan bidome. Bedelê vê yekê darvekirin, girtîgeh jî be xêr bila bê."

Piştî axaftinan girse bi sloganan ji goristanê veqetiya û konê sersaxiyê ziyaret kirin.

GERÎLA AZAD GEVER LI GEVERÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê gerîla Alî Îhsan Yilmaz (Azad Gever) ê ku di 15'ê îlonê de li navçeya Şemzînan a Colemêrg jiyana xwe ji dest da li Geverê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de hemû esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Piştî li Mizgefta Taxa Qişlayê vecîbeyên olî hatin bicihanîn şandin gundê Yekmala Binî. Piştî cenaze ji navçeyê derket di navbera ciwanên meş li dar xistin û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li ciwanan kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Ligel mudaxeleyê rêveberên BDP'ê, şaredar û bi sedan welatî bi karwanê çûn gund.

Di ketina gund de cenazeyê Yilmaz ji aliyê sedan kesên piranîna wan jin ve hate pêşwazîkirin. Jinên cilên reş li xwe kirin bi alên PKK'ê û heneya amadekirin pêşiya girseyê meşiyan. Di meşê de alên HPG, PKK û Konfederalîzmê û posterên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Yilmaz hatin vekirin. Ji ketina gund heta goristanê girseyê meş li dar xist. Piştî meşê li goristanê cenazeyê Yilmaz hate definkirin.

Di merasîma cenaze de sloganên "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin. Gelek gundiyên derdorê jî tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî rêzgirtinê srud hatin xwedin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demîr axivî û wiha got: "Gelê kurd her tim dê xwedî li ewladên canê xwe dayîn der bikeve. Divê hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirinê berde. Heke bi kuştina ciwanên kurd bêje ez dê encamê bigirim xwe dixapîne. Zext û tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên kurd berdewam dike. Bila tu kes li bendê nemîne dê gelê kurd bêdeng bimîne."

Demîr, anî ziman ku li Meletiyê 4 cenazeyên bên Geverê tên sekinandin û sibê jî dê cenazeyê gerîla Fuat Terzîoglu bê navçeyê. Demîr, bang li welatiyan kir ku tevlî merasîna cenazeyê sibê bê bibin. Piştî axaftina welatiyan konê sersaxiyê ziyaret kir.

Bûyerên li navçeyê bi mudaxeleya polîsan dest pê kirin berdewam dikin.