Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Selahattîn Efe (Sîpan) yê ku di pevçûna li bejahiya gundê Încîrcî ya Bazarcixê ya Gurgumê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Adgonê bi slogana "Tolhildan" hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Selahattîn Efe (Sîpan) yê ku di pevçûna li bejahiya gundê Încîrcî ya Bazarcixê ya Gurgumê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û di demjimêrên êvarê de anîn gundê Adgon yê navçeya Kopê ya Mûşê.
Di ketina gund de karwana rawestiya û girseyê cenaze li ser milan hate mizgefta gund bi meşê bir. Di dema meşê de sloganên "Bê Serok jiyan na be", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Tolhildan" hatin qêrîn.
Piştî li mizgeftê wecîbeyên olî hatin bicih anîn darbesta gêrîla Sîpan bi alên kesk, sor û zer hate pêçan û li ser milan careke din heta goristanê birin. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, rêveberên BDP'ê, şaredarên herêmê û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî karên veşartinê rêzgirt. Pişt re bavê gêrîla Sîpan Nîzamettîn Efe axivî û ji hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn spasî kir.
'ŞEHÎD NAVÊ SERHILADANÊ NE'
Pişt re Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk axivî û wiha got: "Di şexsê Heval Selahattîn Efe de em hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîrtînin. Li hemberî têkoşîn wan ez bejna xwe di tewînim. Navê têkoşîna wan serhildana li hemberî sîstema zilmê ye. Têkoşîna wan ji bo afirandina mirovê azade. Ji ber vê yekê rûmet û şerefa me ye."
Çelîk diyar kir ku, ew di huzura Efe de careke din soza xwe didin û wiha axivî: "Em dê heta Kurdistana Xweser ya Demokratîk pêk tînin têkoşîna xwe bidomînin. Bila her roj Erdogan û AKP bi çekan bedenên me perçe bikin. Em bawer dikin ku tu zalîm heta dawiyê mafê mazlûman gasp nakin. Dewlet jî me ji têkoşîna me ya mafdar paşve nagire. Çawa Rêheval Selahattîn Efe di vê rê de bi hêz û keyfxweşî dest bi têkoşînê kir em jî dê heta dawiyê di vê rê de bi meşin û ranawestin."
Piştî axaftinan girse derbazî konê şînê bû û sersaxî li malbatê da.