Cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên li taxa Ormanê ya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan Mehmet Tekin (Seyit Gever) û Necman Bor (Adar Agir) li Goristana Orman a Geverê bi girseyî spartin axê.
Malbatên gerîlayên HPG'ê yên li taxa Ormanê ya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan Mehmet Tekin (Seyit Gever) û Necman Bor (Adar Agir), piştî cenazeyên wan ên 70 rojin li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibûn girtin wergirtin, anîn Geverê.
Malbatê piştî cenazeyên zarokên xwe anîn Geverê bi girseyî û siloganên "Şehît Namirin" defin kirin. Karwanê cenaezyên gerîla Bor û Tekîn ku li pêş Otela Oslo hatin pêşwazîkirin, ji aliyê 10 hezaran kesan ve li ser milan heta Mizgefta Navendî meşiyan.
Piştî cenazeyên gerîla gihiştin navenda navçeyê, hemû esnafan dikanên xwe girtin û tev li meşa cenaze bûn. Girseya ku li ber Mizgefta navendî kom bûn, darbestên gerîla Bor û Tekîn wergirtin û danîn ser milê xwe. Girseya ku darbestên gerîla Bor û Tekîn bi alên PKK'ê pêçan, alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Girseya ku piştî wecîbeyên olî 2 darbestên HPG'iyan wergirtin û heta Goristana Ormanê meşiyan.
Zarokên gerîla Mehmet Tekîn ên 5, 7, 9, 11 salî jî tevlî merasimê bûn. Malbata gerîlayê 18 salî Nejman Bor jî di merasime de hine li destê kurê xwe yê perçekirî kirin. Girseya ku darbestên 2 gerîlayên HPG'ê li ser milên xwe kirin û heta Goristana taxa Ormanê meşiyan, cenaze li vir bi girseyî û siloganên "Şehîd namirin " spartin axê. Girseyê piştî cenaze spartin axê li ser gorê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
'GELÊ KURD DÊ BI BIRYAR TÊBIKOŞE'
Nûnerê MEYA-DER'a Geverê Sadullah Duzen, di merasimê de piştî spartinê axivî û wiha got: "Bi salan e em tên kuştin. Hêzên dagirker jî bê rawestan me dikuje. Lê bedelê vê dozê heye. Dema em ji bo vê doza mafdar bedelan didin, em bêtir bi dozê ve tên girêdan. Gelê me bêtir bi biryarek xurttir li şehêdê xwe xwedî derdikeve. Em bang li gelê kurd dikin û bêtir li nirxên xwe xwedî derkevin.”
Girseya ku piştî merasimê dest bi meşê kirin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kir, bûyer derketin. Polîsan bi bombeyên gazê û girsê jî bi keviran besîv da. Bûyerên li nava kolanan belav bûn didomin.